Qedexeya hatûçû bûye beşek ji jiyana xelkê Amedê

zextên artêşa Tirkiyeyê li ser xelkê zêde bûne
کوردستان TV
100%

Vê care jî li 51 gund û navçeyên deverê qedexe hat ragihandin.

Li 5 navçeyên Amedê yên Licê, Kocakoy, Farqîn, Hezro û Qulpê li 51 gund û mezrayê qedexeya derketina derve hat ragihandin.

Walîtiya Amedê di daxuyaniya xwe de ragihand ku li 5 navçeyên Amedê yên Licê, Kocakoy, Farqîn, Hezro û Qulpê li 51 gund û mezrayan ji bo ewlehiya can û malê hemwelatiyan, berterefkirina endam û îmhakirina baregeh, depo û jiyangehên rêxistinê îro berê sibehê seet ji 05:00an pêve qedexeya derketina derve hatiye ragihandin.

Li gorî walîtiyê gund û mezrayên ku hatine qedexekirin wiha ne: Dibekkoy, Yolçati, Çagdaş, Kayack, Ortaç, Yalaza, Baglan, Çavundur, Dolunay, Kabakaya, Tepe, Budak, Dallica, Kutlu, Oyuklu, Tureli, Sinir, Begendik, Hacicemil, Esenli, Çanak, Alataş, Kolbagı, Bakanlar, Kalkanlı, Kerpiçoren, Goçer û Çaylarbaşiya Licê, gundê Botunlu û Varlik ê Kocakoyê, gundê Dolaplidere, Alakuşak, Uçdirek, Ergeçiti û Erkencilera Farqînê, gundê Koçbaba, Ormankaya, Çitlibahçe, Şahgeldi û Guzdamiya Hezroyê û gundê Taşkopru, Temren, Bayirkoy, Demirli, Çukurça, Kuyucak, Mevik, Aşagıpolat, Yukarıpolat, Keçiveren û Zumrutluyê ye.

Kurdistan

komênte (0)

heta niha komênt nehatiye nivîsandin

Weke mêwan bersif bide

دەتەوێت ئاگانامەکان وەربگریت؟
بمێنەوە لەگەڵ نوێترین هەواڵ و ڕووداوەکانمان.