Hevpeymaniya li gel Rûsyayê vê Efrînê jî biparêze

hevbendiya navbera Rûsya û YPGê vê Efrînê jî biparêze
کوردستان TV
100%

Şêwirmendê Hevserokatiya PYDê Sîhanok Dîbo diyar kir ku hevkariya navbera Rûsya û YPGê ji bo rizgarkirina rojhilatê Firatê, destpêka qonaxeke nû ye ku Efrîn di nav de, deriyê parastina tevahiya bakurê Sûriyeyê vekiriye.

Dîbo tekez kir ku qonaxa nû dê parastina herêma Efrînê misoger bike û heta dê tevahiya bakurê Sûriyeyê jî dabîn bike ku Idlib heta bi herêmê nêzîkî Deryaya Spî jî tê de ne.

YPGê roja yekşemê ragihandibû ku bi piştgiriya Hêzên Hevpeymana Navdewletî ya li dijî DAIŞê û Rûsyayê tevahiya çoltera rojhilatî ya Dêra Zorê ji DIŞIê hat rizgarkirin.

Berdevka YPJê Nesrîn Ebdulahê ji Spûtnîkê re ragihand ku HSDê li rojhilatê Firatê odeyeke operasyonên hevbeş damezirandiye daku li rojhilatê Firatê kordînasyonê li gel Rûsyayê bike.

Kurdistan

komênte (0)

heta niha komênt nehatiye nivîsandin

Weke mêwan bersif bide

دەتەوێت ئاگانامەکان وەربگریت؟
بمێنەوە لەگەڵ نوێترین هەواڵ و ڕووداوەکانمان.