Zêdetir ji 200 dosyeyên gendelî hatine eşkere kirin

zêdetir ji 50 miliyar dînar hatiye vegerandin
کوردستان TV
100%

Jiber wan dosyeyan nêzî 50 miliyar dînar bo hikûmetê hatiye vegerandin.

Nivîsgeha venêriya giştî ya li wezareta navxwe ya Îraqê diyar kir ku di çarçoveya venêrîn û lêkolînên wan de heta niha zêdetir ji 200 dosyeyên dizî û gendelî di nava çaçroveya wezareta navxwe ya Îraqê de hatine eşkere kirin.

Di daxuyaniya han de hatiye nivîsandin ku piraniya wan dosyeyên han îdarî û darayîne û tevahiya wan di nava wezareta navxwe ya Îraqê de hatine eşkerekirin û ji bo eşkere kirina wan dosyeyan jî 42 civînên curbicur hatine lidarxistin.

Di beşeke din ya daxuyaniya han de hatiye diyarkirin ku jiber wan dosyeyên han nêzî 50 miliyar dînar pere bo xezêneya giştî ya hikûmetê hatiye vegerandin.

Îraq

komênte (0)

heta niha komênt nehatiye nivîsandin

Weke mêwan bersif bide

دەتەوێت ئاگانامەکان وەربگریت؟
بمێنەوە لەگەڵ نوێترین هەواڵ و ڕووداوەکانمان.