Mimkune Amerîka û Koreya Bakûr dest bi giftûgoyan bikin

Koreya Bakûr amadeye bi merc li gel Amerîkayê diyalogê bike
کوردستان TV
100%

Wezîrê derve yê Rûsyayê dibêje mimkune Amerîka û Koreya Bakûr dest bi diyalogê bikin.

Wezîrê Derve yê Rûsya Sergey Lavrov diyar kir ku Kureya Bakur dixwaze bi Amerîka re rasterast danûstandinan bike.

Di heman rojê de Wezareta Derve ya Koreya Bakûr jî da zanîn ku ‘’jiber gefên Amerîka yên li herêmê ewê bêguman şerek çêbe’’

Lavrov li Vîyana ji hevtayê xwe yê Amerîkî Rex Tillerson re got ku Koreya Bakûr dixwaze bi Amerîkayê re rasterast hevdîtinan bike.

Lavrov herwiha diyar kir ku em dizanin ku Koreya Bakûr berî her tiştî bo garantiyên ewlekariya xwe dixwaze bi Amerîka re biaxife. Em jibo çêkirina zemîna danûstandinan amade ne.

Cîhan

komênte (0)

heta niha komênt nehatiye nivîsandin

Weke mêwan bersif bide

دەتەوێت ئاگانامەکان وەربگریت؟
بمێنەوە لەگەڵ نوێترین هەواڵ و ڕووداوەکانمان.