Civata ewlekarî ya NY'ê ser Qudisê dicive

civîn li ser daxwaza hin welatan tê lidarxistin
کوردستان TV
100%

Civata ewlekariya Neteweyên Yekbûyî (CENY) dê ser mijara Qudisê sibê înê bi awayekî awarte kom bibe.

Serokê Amerîka Donald Trump do çarşemê ragihandibû ku ewê êdî Qudisê wek paytaxta fermî ya Îsraîlê bibînin.

Fransa, Îtalya, Brîtanya, Bolîvya, Misir, Senegal û Urguay bi serlêdana hevpar ji Sekreterê Giştî yê Neteweyên Yekbûyî (NY) Antonio Guterres xwest ku di kombûna CENY’ê de ser mijara Qudisê raporekê bide.

Guterres ji New Yorkê diyar kiribû ku çareserîya bo Qudsê hevdîtinên rasterast yên karbidestên Fîlîstîn û Îsraîlê ne.

Guterres gotibû ku ez dijî hemî gavên ku aştîya di navbera Fîlîstîn û Îsraîlê de dixe metirsîye me.’’

Cîhan

komênte (0)

heta niha komênt nehatiye nivîsandin

Weke mêwan bersif bide

دەتەوێت ئاگانامەکان وەربگریت؟
بمێنەوە لەگەڵ نوێترین هەواڵ و ڕووداوەکانمان.