Li Amedê Ji 36 dêran tenê yek maye

jiber zextên hikûmetê tenê yek dêr li Amedê maye
کوردستان TV
100%

Li Amed a derguşa şaristanîyan çandên cuda roj bi roj winda dibe û ji 36 dêrên dîrokî tenê yek vekirî maye. Ew jî Dêra Suryanan a Meryem Ana ye.

Piraniya dêran an ji şer an jî ji bêxwediyî xirabune. Herwiha gelek ji wan jî hatine veguhestin û weke qadên cuda tên bikaranîn.

Bajarê Amedê bi pirçandî, pirzimanî, pirolî ya xwe herdem balkişandîye. Kurd, ermen û suryan bi hezar salan bi hevre jîyane û cîrantîya hev kirine.

Navçeya Sûrê ji dîrokê ve navende Amedê bû. Hemû şaristanî li vir bi cîh bune û jiyane. Ev çand di nava kolanên Sûrê bala mirov dikşîne. Ji dirokê vir ve buyerên ku qewimîne dawîya van çandan anîye û hejmara gelên cuda her roj diçe kêm dibe.

Ev kêmasî ji qadên olî jî xwe nîşan dide. Li gorî gotinê, li Sûrê û derdora wê bi tevahî 36 dêr hebun. Tê gotin ku heger lêkolinek berfireh were kiirn dê ev hejmar bigihêje nêzi 50an. Lê piştî şerê li Sûrê niha ji van 13 dêran ya ku dixebite tenê yek maye û ew jî Dêra Meryem Ana ya suryanane.

Kurdistan

komênte (0)

heta niha komênt nehatiye nivîsandin

Weke mêwan bersif bide

دەتەوێت ئاگانامەکان وەربگریت؟
بمێنەوە لەگەڵ نوێترین هەواڵ و ڕووداوەکانمان.