Doza hevserokên HDPê destpê dike

yek ji hevserokên HDPê ji parlementeriyê û Serokatiya HDPê jî hatiye avêtin
کوردستان TV
100%

Piştî 13 mehan ji girtina wê, îro hevseroka berê ya HDPê Fîgen Yûksekdag bi tometa bangeşeyê ji bo PKKê tê dadgehkirin û biryar e sibe dosyeya Demîrtaş jî li dadgehê bê vekirin.

Li gor gotina parêzeran, sed dosye li dijî Demîrtaş hatine vekirin, lê eger sedemên siyasî çênebin, wê Demîrtaş bê berdan.

Di 4/11/2016an de, herdu hevserokên HDP Selaheddîn Demîrtaş û Fîgen Yûksekdag li gel 11 perlemanterên din yên HDPê bi tometa alîkarîkirin û bangeşekirinê ji PKKê re hatin girtin.

Li gor zanyariyên berdest dadgeha Tirkiyê rê neda nûnerên 10 welatan û hejmarek partiyên komînist ên cîhanê beşdarî rûniştina Fîgen Yûksekdag bibin û biryare sibê jî nûnerên hejmarek welatên Yekitiya Ewropa beşdarî rûniştina dadgeh kirina Demîrtaş bibin.

Kurdistan

komênte (0)

heta niha komênt nehatiye nivîsandin

Weke mêwan bersif bide

دەتەوێت ئاگانامەکان وەربگریت؟
بمێنەوە لەگەڵ نوێترین هەواڵ و ڕووداوەکانمان.