Li gor zaniyariyên berdest çekdarên Heşda Şebî nehîştine şanda NY serdana taxên kurdan yên bajarê Xurmatû yê Başûrê Kurdistanê bike.
Endamê kurd yê parlamentoya Iraqê Şaxewan Ebdulah diyar kir ku çend roj berê şandeke NY çûbû bajarê Xurmatû da ku ji nêzîk de rewşa bajêr û wêraniyên ku Heşda Şebî aniye serê kurdan, bibîne lê Heşda Şebî nehîştibû.
Şaxewan Ebdulah daye zanîn ku wan raportek li ser hovîtî û wêrankariyên ku çekdarên Heşda Şebî anîne serê kurdên Xurmatû, dane nûnertiya NY li Iraqê û wan jî soz dane li dû wê raportê biçin û derheqê wan wêrankariyan de lêkolîn û lêpirsînê bikin.
Çekdarên Heşda Şebî û pasdarên Îranê şeva 16 Cotmehê ji bilî dagîrkirina Kerkûkê, bajarê Xurmatû jî dagîr kirin, bi sedan kurd kuştin, bi sedan malên wan teqandin û şewitandin û talan kirin, bi deh hezaran kurd jî ji bajêr derxistin.
komênte (0)
heta niha komênt nehatiye nivîsandin