Komeka dawetê ku ji 16 kesan pêk tê ji bo “Çalakiyên Dawiya Havînê” çûne Macaristanê û li wê derê 11 endamên komê ji dewleta Macaristanê daxwaza mafê penaberî kirine.
Koma dawetê li ser navê Komeleya Zarok, Ciwan û Dawetan ya Bajarî ya Enqereyê çûne Macaristanê.
Koma dawetê da ku Peseporta Gewr(peseporta ji bo xizmetên fermî) serî li Emniyeta Enqerê daye. Emniyetê peseport daye wan.
Li gor bernameya hatî diyarkirin divîya endamên komê di 5ê Kanûna Pêşiyê de biçûna lê ew di 1ê wê mehê de çûne û serî desgehên îlticayê dane.
Heman komeleyê di sala 2017ê de komeka dawetlîz rêkiriye Bosna Hersekê û hemî vegeriyane. Federasyona Dawetan ya Tirkiyeyê îsal destûra fermî daye 86 komên dawetê yên komele û yaneyan. Wezareta Sporê li ser dawetlîzan lêpirsîn daye dest pê kirin.
komênte (0)
heta niha komênt nehatiye nivîsandin