Berpirsekî Qaîde li Efxanistanê hat kuştin

hikûmet dibêje kuştina vî berpirsê vê gelek bandorê li ser Qaîdeyê bike
کوردستان TV
100%

Hikûmeta Efxanistanê ragihand, mezinekî rêxistina El Qaîde di encama operasyona hevbeş ya hêzên Efxanî û NATO de hatiye kuştin.

Rayedarên Efxanistanê dane zanîn ku di heyama çend rojên borî de çend operasyonên mezin li dijî çekdarên El Qaîde yên li deverên Xeznî, Pekta û Zabolê yên Efxanistanê hatine kirin.

Li gorî agahiyên wan rayedaran, di wan operasyonan de ku hêzên NATO jî beşdar bibûn, herî kêm 80 çekdarên El Qaîde hatine kuştin û 17 çekdar jî dîl hatine girtin.

Hat gotin ku yek ji wan çekdarên ku hatine kuştin, mezinekî El Qaîde bi nave Omer Xetab e ku wek Omer Mensûr dihat nasîn.

Cîhan

komênte (0)

heta niha komênt nehatiye nivîsandin

Weke mêwan bersif bide

دەتەوێت ئاگانامەکان وەربگریت؟
بمێنەوە لەگەڵ نوێترین هەواڵ و ڕووداوەکانمان.