Kompîtura ku parêznameya Demirtaş tê de bû hate dizîn

diz ketin ofîsa Parêzerê Demîrtaş
کوردستان TV
100%

 

Dizên ku ketine ofîsa parêzeriyê ya parêzer Mehmed Emin Aktar yê Serokê baroya Diyarbekirê yê berê, kompîtura ku parêznameya Hevserokê HDPê Selahedîn Demirtaş tê de bû dizîn.

Diz ketin ofîsa parêzer Mehmed Emin Aktar ku di heman demê de parêzerê Hevserokê HDPê Selahedîn Demirtaş e.

Li gor nûçeya Mayê, dizên ku bi derabeyên pencereyan ve hilperikîne û ketine ofîsê. Dizan ji ofîsê du kompîtur dizîne ku di yekê ji wan de pareznameya doza Selahedîn Demirtaş ya di 7ê Berfenbarê de heye.

Serdozgeriya Komarê ya Diyarbekirê derbarê bûyerê de lêpirsîn da destpê kirin.

Kurdistan

komênte (0)

heta niha komênt nehatiye nivîsandin

Weke mêwan bersif bide

دەتەوێت ئاگانامەکان وەربگریت؟
بمێنەوە لەگەڵ نوێترین هەواڵ و ڕووداوەکانمان.