Wezîrê Berevanî yê Amerêka Jim Mattis îro giheşt Îslamabada Paytexta Pakistanê.
Biryare Mattis di vê serdana han de daxwaz ji rayedarên Pakistanê bike daku rê nede çekdarên Talibanê axa Pakistanê bo erîş kirine ser Efxanistanê bikar bînin.
Amerîka ji bêdengiya rayedarên Pakistanê li hember lêv û tevgerên girûpên çekdar yên weke talibana Efxanistanê û herwiha çekdarên Heqqanî dilgiranin û armanca vê serdana Mattis jî ewe daku hişdarî bide rayedarên Pakistanê û ji wan re bixwaze daku helwesteke tund nîşanî wan tevgeran bidin.
komênte (0)
heta niha komênt nehatiye nivîsandin