Heşda Şebî li deşta Neynewayê zilmê li mesîhiyan dike

heşda şebî zilmê li mesîhiyan dike
کوردستان TV
100%

 

Endamekî mesîhî yê civata  parêzgeha Dihukê dibêje çekdarên Heşda Şebî li deşta Neynewa zilm û zorê li mesîhiyan dikin.

Nunerê mesîhiyan di nava civata parêzgeha Dihukê Lînos Udîşo derbarê rewşa mesîhiyên deşta Neynewayê de diyar kir ku piraniya mesîhiyên Iraqê li deşta Neynewa dijîn. Beşek mezin ji deşta Neynewa niha ji aliyê Heşda Şebî ve hatiye dagîrkirin. Rewşa mesîhiyan li wê deverê gelekî xirab e ji ber ku milîsên Heşda Şeibî zilm û zorê li wan dikin.

Lînos Udîşo her wiha got, rewşa mesîhiyên bajarokê Tilkêfê gelekî xirab e. Gelek ji wan koçber bûne û nikarin vegerin bajarê xwe. Yên ku li bajêr jî mane rastî zilm û zordariya Heşda Şeibî tên.

Kurdistan

komênte (0)

heta niha komênt nehatiye nivîsandin

Weke mêwan bersif bide

دەتەوێت ئاگانامەکان وەربگریت؟
بمێنەوە لەگەڵ نوێترین هەواڵ و ڕووداوەکانمان.