Mezargeh û çend cêyên pîroz yên Êzidiyan di bin ava bendava Mûsilê de derketin.
Piştî kêmbûna ava Bendava Mûsilê, li nêzîkî Komelgeha Xankê ya Şingalê, zêdetirî 500 gorên Kurdên Êzdî, bi tevê mezargehek û 5 nîşangên wan hatine dîtin. Nîştecihên wê navçeyê jî daxwaz dikin, ku ew mezargeh û cihên şûnwarî bên parastin.
Piştî çêkirina Bendava Mûsilê ji aliyê rejîma Saddam ve, 83 gundên Kurdên Êzidî ketibûne bin ava wê bendavê û wenda bibûn. Lê ev 4 meh in ava bendavê kêmbûye û niha goristanek, bi tevê mezargeh û hin cihên piroz ên Kurdên Ezdî hatine dîtin.
komênte (0)
heta niha komênt nehatiye nivîsandin