Serokwezîrê Kurdistanê û balyozê Amerîkayê behsa proje bûdceya Îraqê kirin.
Îro Serokwezîrê Kurdistanê Nêçîrvan Barzanî pêşwaziya balyozê Amerîkayê yê li Îraqê Douglas Silliman û şandeke pê re kir.
Di civînê de ku Cîgirê Serokwezîrê Kurdistanê jî amade bû behsa pêşhatên dawî yên siyasî, rewşa ewlekarî ya Îraq, Kurdistan û deverê û herwiha projeya bûdceya giştî ya sala 2018an a Îraqê hate kirin.
Her di heman civînê de behsa têkiliyên du alî yên di navbera Washîngton û Hewlêrê de û çawetiya bihêztir kirina wan têkiliyan bi awayek ku li gor berejwendiyên her du aliyan be, hatine nîqaşkirin.
Di dawiya civînê de behsa têkiliyên navbera Hewlêr û Bexdayê, bûyer û pêşhatên vê dawiyê û çareser kirina kêşeyên heyî di navbera her du aliyan de hate kirin.
komênte (0)
heta niha komênt nehatiye nivîsandin