Baydemîr: Dagîr kirina Efrînê vê bibe weke dagîr kirina Kuwaitê

Osman Baydemîr hoşdarî dide Tirkiyeyê
کوردستان TV
100%

Parlementerê HDPê derheqê Efrînê de hişdarî dide hikûmeta Tirkiyeyê

Cîgirê Serokwezîrê Tirkiyeyê û Berdevkê Hikûmetê Bekir Bozdag got "Heger gef were em ê bikevin Efrînê, dibe ku şevekê ji nişkê ve em werin." Parlamanterê HDPê Osman Baydemir jî têkildarî mijarê wiha axivî: "Bêguman dagirkirina Efrînê wê encama dagirkirina Sadam a Kuwaitê derxe holê. Wê bibe weke destpêka dawîbûnê."

Cîgirê Serokwezîrê Tirkiyeyê û Berdevkê Hikûmetê Bekir Bozdag di di televizyoneke tirkî de têkildarî mijara Efrînê axivî. Bozdag di axaftina xwe de got "Çawa di operasyona Mertala Firatê de dema gef hat û em bê tereddut ketin wan hereman û me ew der ji DIŞIê paqij kir heger ji Efrînê jî gefek wiha were em ê bikevin Efrînê û wir ji terorîstan paqij bikin. Wekî serokomarê me gotî: ‘Dibe ku şevekê ji nişkê vê em werin.' Herwiha Wezîrê Karên Derve yên Tirkiyê Mevlut Çavusoglu jî derbarê çekdayîna ji bo YPGê ya DYAyê de jî got "Ew çek ji bo me gefin."

Hikûmeta tirk demeke dirêje operasyoneke li dijî Efrînê dixe rojevê. Her wiha rayedarên tirk îro careke din ev mijar anîn rojevê.

 Parlamenterê HDP yê Rihayê Osman Baydemir ev mijar di axaftina xwe ya Amedê de wiha nirxand: "Du hincetên hebûna vê desthilatdariyê hene. Şer û zordarî ye. Dema dikeve tengasiyê serî li tundiyê dide. Di sala 2015an de dîsa serî li tundiyê dabu û bibû desthilatdar.

Muxalifên li dijî xwe weke terorîst nişan dide. Li gorî min talûkeya herî mezin ya nêz dagirkirina Efrînê ye. Bêguman dagirkirina Efrînê wê encama dagirkirina Sadam a Kuwaitê derxe holê. Wê bibe weke destpêka dawîbunê. Dema rastiya bêrêtiyê derdikeve rojevê diguherin û berê gel didin cihekî din."

Kurdistan

komênte (0)

heta niha komênt nehatiye nivîsandin

Weke mêwan bersif bide

دەتەوێت ئاگانامەکان وەربگریت؟
بمێنەوە لەگەڵ نوێترین هەواڵ و ڕووداوەکانمان.