Vê Amerîka hêzên leşkerî bo parastina wan ereban bişîne deverê.
Berdevkê Eşîrên Sunî yên Nînowa Muzahim El Hîwet aşkere kir ku ji ber metirsiya Heşdî Şabî li ser wan daxwaz ji Amerîka kirine hêzekê bişîne deşta Nînowa û Amerîkayê jî qebûl kiriye.
Muzahim El Hiwêt diyar kir ku çekdarên şîe yên Heşdî Şabî dest bi kuştin û talankirina mal û milkên xelkê sûnne kirine.
Herwiha beramber wan êrîşên Heşdî Şabî wan daxwaz ji Amerîka kiriye ku beramber êrîşên DIŞIê wan biparêze û duhê êvarî Amerîka bersiva wê daxwaza wan daye. Herwiha berpirsên Amerîkayê ji wan re eşkerekirine ew amadene hêzekê bişînêin navçeyê û aramiyê li navçeyê biparzin.
komênte (0)
heta niha komênt nehatiye nivîsandin