Derbarê cerbandina mûşeka nû ya Koreya Bakûr de Trump telefûna Serokên du welatan kir.
Serokwezîrê Japonya Şinzo Abe di axaftina bi Trump re diyar kir ku divê ew zexta li ser Koreya Bakûr zêdetir bikin.
Serokê Koreya Başûr Mum Jae-in ser mûşeka dawî ya Koreya Bakûr da zanîn ku dibe ‘’êdî ew bikevin nav qonaxeke ku jê veger tune’’. Mun diyar kir ku ceribandina dawî ya Koreya Bakûr provokasyon e û jibo hemî cîhanê gef e.
Wezareta Berevanî ya Amerîka ragihand ku mûşeka Koreya Bakûr bo welatê wan û hevalbendên wan ti gef çênekiriye û lê ji aliyê bilindîya firînê û menzîlê ve, Koreya Bakûr pêşde çûye.
Pyongyangê dîyar kiribû ku mûşeka dawî, di 53 deqîqe de 950 kîlometre rê çûye.
Koreya Bakur ragihand ku muşeka balîstîk ya dawî digihêje temamê Amerîkayê.
komênte (0)
heta niha komênt nehatiye nivîsandin