Serok Barzanî li gel civata Serkirdatiya Hewlêr ya PDKê civiya.
Serok Barzanî li Selahedînê li gel civata serkirdatiya PDKê ya li Hewlêrê, berpirs, endam û kadroyên liq û şaxên Hewlêrê yên PDKê civiya.
Di civînê de ku parlementer, endamên civata parêzgeh û hijmareke din ji berpirsên siyasî û îdarî yên ser bi PDKê amade bûn, Serok Barzanî gotarek pêşkêş kir û bi berfirehî behsa pêşhatên dawî yên siyasî û referandum û qonaxa piştî refernadumê kir û balkêşande ser detayên bûyerên li Kerkûk û hurgiliyên xiyaneta ku hate kirin şîrove kir.
Serok Barzanî di berdewamiya gotara xwe de behsa vê yekê kir ku hertim diyalog û danûstandin çareseriya aştiyane û destûra bingehîn bijardeya gelê Kurdistanê bûye, lê binpê kirina berdewam ya destûr û nehêlana hevpariyê ji aliyê hikûmetên Îraqê ve bûn sedem daku rewşa han were hole.
Niha hikûmeta Kurdistanê amadeye bo civîn û diyalogê li gel Bexdayê û tişta ku bo rê xweşkirin bo diyalog û giftûgoyê lazim be, pêk aniye û serkeftî bûna prosesa han li ser hikûmeta Bexdayê dimîne û alzime Bexda dev ji şer û mercên xwe yên ferizkirî berde.
Serok Barzanî tekez li ser vê yekê kir ku sepandina emrê waqê bi ti awayî nayî qebûlkirin û rewşa niha demkiye vê were derbaskirin.
komênte (0)
heta niha komênt nehatiye nivîsandin