Serok Barzanî: Ti kes nikare îradeya gelê Kurdistanê bo serxwebûnê bişkêne

Serok Barzanî dibêje îradeya gel ji her tişteke din bihêztire
کوردستان TV
100%

Serok Barzanî li gel şandeke partiya zehmetkêşan civiya.

Serok Barzanî di hevdîtina şanda Partiya Zehmetkêşan ya Kurdistanê de behsa rola niştimanî ya wê partiyê li hember referandoma serxwebûna Kurdistanê kiriye û spasiya wê partiyê kiriye.

Serok Barzanî her wiha daye xuyakirin ku referandom mafekî rewa û demokratîk yê gelê Kurdistanê bûye û gotiye, ti kes û hêzek nikare îradeya gelê Kurdistanê bo serxwebûnê bişkêne.

Serok Barzanî li ser aloziyên navbera Hewlêr û Bexdayê jî ragihandiye ku ew piştgiriya çareserkirina arîşeyan bi awayekî aştiyane dike ne bi zora çek û sepandina hêzê.

Kurdistan

komênte (0)

heta niha komênt nehatiye nivîsandin

Weke mêwan bersif bide

دەتەوێت ئاگانامەکان وەربگریت؟
بمێنەوە لەگەڵ نوێترین هەواڵ و ڕووداوەکانمان.