Çarenûsa girtiyekî Kurd nediyar e

zextên li ser girtiyên Kurd li Rojhilatê Kurdistanê zêde bûne
کوردستان TV
100%

Girtiyekî Kurd xelkê Kamyaranê zêdetirî salekê ye, ku di girtîgeha navendî ya Sineyê de, bê lêpirsîn hatiye ragirtin.

Li ser bingeha nûçeya ku gihîştiye Ajansa “Kurdpa”yê Heyder Qurbanî kurê Elî girtiyê Kurd ê di Girtîgeha Navendî ya Sineyê de 13 meh e, ku di vê girtîgehê de di rewşeke bê lêpirsîn de derbaz dike, û heya niha jî rûniştina ragehandina tohmetên wî û dadgehîkirina wî nehatiye birêvebirin.

Li gora çavkaniyeke agehdar, dosiyeya qezayî vî girtiyê Kurd pêvajoya xwe ya asayî derbaz nekiriye, û nekariye xwe re parêzer bigre.

Hêzên Îtila`atî di dawiya meha Rezbera sala 1395`an de bû ku ew hevwelatiyê Kurd destbiser kirin, û ew tohmetbar kirin bi desthebûna di kuştina çend kes ji hêzên hikûmetî de. Di heyva Reşemeha heman salê de, televîzyona Îngilîzî ziman ya “Press TV” bi nîşandana belgefîlmekê bi navê “Ranendêyê Merg” (Ajotvanê mirinê), axavtina vî girtiyê Kurd belav kir, ku tê de navbirî bi zorî hatibû neçarkirin ku tohmetên ser xwe bikêşe stûyê xwe.

Kurdistan

komênte (0)

heta niha komênt nehatiye nivîsandin

Weke mêwan bersif bide

دەتەوێت ئاگانامەکان وەربگریت؟
بمێنەوە لەگەڵ نوێترین هەواڵ و ڕووداوەکانمان.