Li Amedê 10 endamên DBPê hatin girtin

operasiyonên dijî siyasetmedarên Kurd li Tirkiyeyê didomin
کوردستان TV
100%

Li navçeya Bismil a bi ser Amedê ve 10 kes ku di nav wan de cîgirê şaredar û rêvebirên DBP jî hene bi îdîayên "pesindayîna rêxistinê", "endamtîya rêxistinê" û "alîkarîya rêxistinê" hatin girtin.

Li navçeya Bilsmil a bi ser Amedê ve berîya hefteyekê di biserdegirtina malan de 30 kes hatibû desteserkirin ku di navde hevşaredar û rêvebirên DBPê jî hebûn. Kesên hatibûn desteserkirin biribûn Miduriyeta Ewlehiyê ya Amedê. Piştî îfadeyên li Ewlehiyê jî gelek kes ji bo edlîyeya Amedê hatibûn sew kirin. Di encama dadgehê de Cîgirên Şaredarê Bismilê Hadi Çelik û Şeyhmus Aydin, Seroka DBPê ya bere Celile Kaplan, encumenên şarederiyê Hatice Elma û Fehime Ete, Rêvebirê DBPê Suat Karagoz, Serokê MEYA-DERê Mustafa Kurt, rêvebirên DBPê Nesim Balta, Mustafa Sari û Hamdullah Ekinci bi îdîayên "pesindayîna rêxistinê", "endamtîya rêxistinê" û "alîkarîya rêxistinê" hatin girtin.

Kurdistan

komênte (0)

heta niha komênt nehatiye nivîsandin

Weke mêwan bersif bide

دەتەوێت ئاگانامەکان وەربگریت؟
بمێنەوە لەگەڵ نوێترین هەواڵ و ڕووداوەکانمان.