Li sê parçeyên Kurdistanê hin dever bi berfê hatin spî kirin

rêya navbera çend gund û deveran hatiye daxistin
کوردستان TV
100%

Rêya hinek gund û deveran hatiye girtin.

Li deverên sînorî yên Başûr, Bakûr û Rojhilatê Kurdistanê berf barî, li hinek cihan zêdetirî 20 santîm bariye.

Derengiya şeva borî li tevahiya bajar, gund û deverên sînorî yên Başûr, Bakûr û Rojhilatê Kurdistanê berf barî.

Li gorî agahiyan, li hinek deveran heta niha jî berf dibare û asta berfê ji 30 santîman derbas bûye.

Çavkaniyekî ji devera sînorî ya Kotolê, ku dikeve ser sînorê Bakûr û Rojhilatê Kurdistanê diyar kir ku şeva borî hem li aliyê Bakûr hem li aliyê Rojhilat berfek giran barî û heta niha jî dibare.

Wî jêderî da zanîn ku rêya hinek gund û deveran hatine girtin lê tê pêşbînîkirin di demek kurt de bê vekirin.

Kurdistan

komênte (0)

heta niha komênt nehatiye nivîsandin

Weke mêwan bersif bide

دەتەوێت ئاگانامەکان وەربگریت؟
بمێنەوە لەگەڵ نوێترین هەواڵ و ڕووداوەکانمان.