Bexda rê nade Xwendekarên Kurd xwendina xwe bidomînin

Bexda rê nade Xwendekarên Kurd xwendina xwe bidomînin
کوردستان TV
100%

Serokatiya zanîngeha Kerkûkê qedexe kiriye ku li zanîngehên Kurdistanê bixwînin.

Kolêja yasa û zanistên siyasî ya Kerkûkê li ser fermana Bexdayê, nameyek bo Serokatiya zanîngeha Kerkûkê şandiye.

Di vê nameya han de yaku bo Serokatiya beşê tomar û karûbarên Xwendekaran hatiye şandin, daxwaz hatiye kirin ku bi ti awayî rê nedin ew Xwendekarên Kurd yên Kerkûkê ên ku dixwazên biçin Kurdistanê û di zanîngehên Kurdistanê de xwendina xwe bidomînin.

Piştî dagîr kirina Kerkûkê ji aliyê çekdarên ser bi Îranê ve, hikûmeta Kurdistanê biryar daye ku rê bo wan Xwendekarên Kerkûkê yên ku dixwazên li Kurdistanê bixwînin vekir.

 

 

Kurdistan

komênte (0)

heta niha komênt nehatiye nivîsandin

Weke mêwan bersif bide

دەتەوێت ئاگانامەکان وەربگریت؟
بمێنەوە لەگەڵ نوێترین هەواڵ و ڕووداوەکانمان.