Brîtanya daxwaza gotûbêjê ji Hewlêr û Bexdayê kir

Brîtanya ji Ebadî re got dest bi diyalogê bike
کوردستان TV
100%

Cîgirê Şêwirmendê asayişa Niştimaniya Brîtanya Christian Terner daxwaza destpêkirina gotûbêjan di navbera Hewlêr û Bexdayê de kir.

Îro Çarşembî 22ê Mijdara 2017ê, Cîgirê Şêwirmendê asayişa Niştimaniya Brîtanya Christian Terner serdana Iraqê kir û li Bexdayê çendîn hevdîtin li gel rayedarên Iraqê pêk anî.

Terner bi Serokwezîrê Iraqê Heyder Ebadî, Wezîrê Berevaniya Iraqê Irfan Elheyalî û Wezîrê Navxwe yê Iraqê Qasim Eirecî civiya û bi wan re derbarê alîkariyên Brîtanya û Iraqê di warê ewlehiyê de û bi taybet piştî rizgarkirina bajarên Iraqê ji destê DIŞIê gotûbêj kir.

Li gorî daxuyaniya şanda Brîtanya, Terner di civînên xwe yên li gel rayedarên iraqî de, tekezî li ser pabendbûna neguher a welatên xwe bo parastina asayişa Iraqê kiriye.

Cîgirê Şêwirmendê asayişa Niştimaniya Brîtanya herwiha piştevaniya Londonê bo seqamgîrkirina navçeyên rizgarkirî yên Iraqê jî nîşan daye.

Christian Terner derbarê pirsgirêkên navbera hikûmeta Iraqê û Hikûmeta Herêma Kurdistanê de jî tekezî li ser giringiya destpêkirina diyalogê di navbera hikûmeta Iraqê û Hikûmeta Herêma Kurdistanê di çaçroveya Destûra Iraqê de ji bo pêkanîna paşerojeke yekgirtî û seqamgîr bo gelên Iraqê kiriye.

Terner di civîna li gel Heyder Ebadî û berpirsên din ên Iraqê de behsa hilbijartinên sala 2018 li Iraqê, alîkariyên di şerê li dijî terorê de û nexşerêya Brîtanyayê bo rûbirûbûna tundûtîjiya li dijî jinan û keçan jî kiriye.

Îraq

komênte (0)

heta niha komênt nehatiye nivîsandin

Weke mêwan bersif bide

دەتەوێت ئاگانامەکان وەربگریت؟
بمێنەوە لەگەڵ نوێترین هەواڵ و ڕووداوەکانمان.