Gefên li ser Elewiyên Tirkiyeyê zêde bûne

gef û metirsiyên ser elewiyan li Tirkiyeyê zêdebûne
کوردستان TV
100%

Malên wan tên nîşanekirin û gef li wan tên xwarin.

Li gorî rojnameya Evrenselê ku li Tirkiyeyê weşanê dike li Meletiyê li taxa Cemal Gursel ku bi piranî elewî lê dijîn derî û dîwarên wan bi boyaxa sor hate îşaretkirin.

Li Meletiyê li taxa Cemal Gursel ku bi piranî elewî lê dijîn 13 derî û dîwarên wan bi boyaxa sor hate îşaretkirin. Serokê Komeleya Pîr Sultan Abdal Mehmet Topal bûyer şermezar kir û eşkere kir ku malbat bifikar in.

Piştî bûyerê serokê Komeleya Pîr Sultan Abdal Mehmet Topal serdana tax û şêniyan kir û diyar kir ku, "Her tim hewl didin xelkên elewî û baweriya wan, awayê jiyana wan têxine qalibekî. Em dê li gorî baweriya xwe, çand û kultûra xwe bijîn. Em dê hewl bidin li vê xakê aştiyê pêk bînin."

Tirkiye

komênte (0)

heta niha komênt nehatiye nivîsandin

Weke mêwan bersif bide

دەتەوێت ئاگانامەکان وەربگریت؟
بمێنەوە لەگەڵ نوێترین هەواڵ و ڕووداوەکانمان.