Sed Harîrî Piştî 17 Rojan vegerî Libnanê

Herîrî vegeriya Libnanê çû ser tirba bavê xwe
کوردستان TV
100%

Serokwezîrê Libnanê Sed Harîrî, ku li Riyaza paytaxta Erebîstana Siûdî bi awayekî surprîz karvekişîna xwe ragihandibû, piştî 17 rojan vegeriya welatê xwe.

Harîrî piştî li balefirgeha navneteweyî ya Beyrutê peya bû, serdana gora bavê xwe Refîk Harîrî kir.

Sed Harîrî di daxuyaniya xwe de diyar kiribû ku ew ji kuştinkariyeke dijî wî ditirse û gotibû ku ‘’Îran li herêmê tovên hilweşînê direşîne’’.

Harîrî dabû zanîn ku Hizbulah ya Libnanê bi piştgiriya Tehranê welatê wî ji îstîqrarê dûr dixîne.

Rojhilata navîn

komênte (0)

heta niha komênt nehatiye nivîsandin

Weke mêwan bersif bide

دەتەوێت ئاگانامەکان وەربگریت؟
بمێنەوە لەگەڵ نوێترین هەواڵ و ڕووداوەکانمان.