Pûtîn, Erdogan û Rûhanî bo rewşa Sûriyayê civiyan

Serokkomarên sê welatan li ser rewşa Sûriyayê civiyan
کوردستان TV
100%

Serokê Dewleta Rûsyayê Vladimîr Pûtîn ji bo lûtkeya Soçiyê bi hemkarê xwe yê Tirk Recep Tayip Erdogan û hemkarê xwe yê Îranî Hesen Rûhanî re civiya.

Lûtkeya sêalî ya Serokê Dewleta Rûsyayê Vladimîr Pûtîn, Serokkomarê Tirk Recep Tayip Erdogan û Serokkomarê Îranê Hesen Rûhanî li bajarê Soçiyê li Sanatoryûm Rûsî, ku bi mijara Sûriyeyê tê lidarxistin, di saet 16.40î de dest pêkir.

Serokê Dewleta Rûsyayê Vladimîr Pûtîn di destpêka hevdîtinê de daxuyaniyek da û di daxuyaniya xwe de derbirî ku hewldanên Rûsya, Îran û Tirkiyeyê perçebûna Sûriyeyê asteng kir.

Pûtîn ev tişt gotin, "Li Sûriyeyê ji bo rêkeftineke siyasî qonaxeke nû dest pê kir. Em ê li ser berdewamkirina pêvajoya siyasî danûstandinê bikin. Tê pêşbinîkirin ku di navbera Sûriyeyiyan de hevdîtinên etnîkî û mezhebî werin kirin."

Rûhanî jî diyar kir ku kêşeya Sûriyeyê ji rojên destpêka ta niha ji aliyê hemû welatan ve ji nêz ve tê şopandin. Rûhanî herwisa derbirî ku bingeha DIŞIê têk biçe û anî ziman ku gelê Sûriyeyê ber bi serfiraziyê ve diçe.

Sûrye

komênte (0)

heta niha komênt nehatiye nivîsandin

Weke mêwan bersif bide

دەتەوێت ئاگانامەکان وەربگریت؟
بمێنەوە لەگەڵ نوێترین هەواڵ و ڕووداوەکانمان.