Serok Barzanî: Vîna gel li ser her vînekêye

Serok Barzanî dibêje tiştek nikare li berdam azadî bibe asteng
کوردستان TV
100%

Serok Barzanî û Mehdî Zana civiyan.

Îro Serok Barzanî li Selahedînê pêşwaziya Siyasetmedarê Kurd Mehdî Zana kir.

Di civînê de Mehdî Zana jiber referanduma serxwebûnê û pêngavên parastina mafên reva yên gelê Kurdistanê spasiya Serok Barzanî û Serkirdatiya siyasiya Kurdistanê kir.

Zana eşkere kir ku ew pêngavên han bûne sedema dilxweşiya tevahiya Kurdan û hevdem li gel hebûna kêşe û arîşeyên mezin lêbelê tevahiya gelê Kurdistanê biryara referandumê bi biryareke rast û reva wesif dike.

Di beşeke din ya civînê de Serok Barzanî jî hevdem li gel şîrove kirina pêşhatên dawî yên siyasî, tekez li ser vê yekê kir ku vîn û îradeya gel li ser her vîn û îradeyeke dine.

Serok Barzanî herwiha diyar kir ku kêşeyên heyî vê werin çareserkirin û ti kêşe û aloziyek nikare li berdem azadî bibe asteng.

 

Kurdistan

komênte (0)

heta niha komênt nehatiye nivîsandin

Weke mêwan bersif bide

دەتەوێت ئاگانامەکان وەربگریت؟
بمێنەوە لەگەڵ نوێترین هەواڵ و ڕووداوەکانمان.