Alîkariyên Helebceyê bo Kirmaşanê hatin şandin

Başûrî berdewamin li ser şandina hevkariyan bo Kirmaşanê
کوردستان TV
100%

Li Helebcê bi milyonan dînar dirav û bi dehan ton kinc bo Kirmaşanê hat komkirin

Ew alîkariyên ku li bajarê Helebce yê Başûrê Kurdistanê bo mexdûrên erdheja parêzgeha Kirmaşanê ya Rojhilatê Kurdistanê hatibû komkirin, dê bigihên destê mexdûran.

Serokê Komeleya Mexdûrên Kîmyabarana Helebcê, Loqman Ebdulqadir got: Me roja 16 vê mehê kempênek bo komkirina alîkariyan bo mexdûrên erdheja Kirmaşanê dabû destpêkirin. Kempêna me îro xilas bû.

Loqman Ebdulqadir her wiha got, me karî 74 milyon û 484 hezar dînar dirav, 600 betanî û nêzîkî 40 ton kinc kom bikin.

Serokê Komeleya Mexdûrên Kîmyabarana Helebcê da zanîn ku 64 milyon dînar dirav û kamyonek mezin tijî betanî, sobe û pêdiviyên serekî yên jiyanê dê bo mexdûrên erdheja Kirmaşanê bê şandin û got, ew pişka dimîne jî emê bidin mexdûrên erdheja Başûrê Kurdistanê.

Kurdistan

komênte (0)

heta niha komênt nehatiye nivîsandin

Weke mêwan bersif bide

دەتەوێت ئاگانامەکان وەربگریت؟
بمێنەوە لەگەڵ نوێترین هەواڵ و ڕووداوەکانمان.