Nêçîrvan Barzanî bersiva Dadgeha Federal da

Serokwezîr dibêje biryara dadgehê biryareke siyasiye
کوردستان TV
100%

Serokwezîrê Herêma Kurdistanê Nêçîrvan Barzanî ragihand biryara Dadgeha Federal yekalî ye û bêyî nûnerên Herêma Kurdistanê biryar dane.

Civata Wezîrên Herêma Kurdistanê, di bin serokatiya Serokwezîrê Herêma Kurdistanê Nêçîrvan Barzanî îro roja duşemê 20.11.2017ê li bajarê Hewlêrê civiya.

Serokwezîr Nêçîrvan Barzanî piştî civîna Civata Wezîrên Herêma Kurdistanê daxuyanî da rojnamevanan.

Nêçîrvan Barzanî li ser biryara Dadgeha Federal a Iraqê ku îro ragihand “giştpirsiya serxwebûna Kurdistanê ne destûrî û yasayî ye” wiha got:

“Heger Iraq û civaka navnetewî bixwaze li Iraqê aramî pêk bê divê destûra bingehîn bi tevahî bê cîbicîkirin. Ji bo me destûra bingehîn yek paket e û divê ji madeya ewil û ya heta dawiyê bi hev re bê bicîkirin. Nabe tenê madeyên di berjewwendiyên wan de ne bê bicîkirin. Heger destûra Iraqê bi temamî bicîh hatiba wê çaxê pêwîstî bi referandomê jî nedikir. Biryara Dadgeha Federalî ya Iraqê yekalî hatiye dayîn ji ber ku nûnerên Herêma Kurdistanê di dadgehê amade nebûne.”

Derbarê petrola Kerkûkê de Barzanî destnîşan kir ku zanyariyên wan li ser vê yekê nîne, di navbera Iraq û Îranê de rêkevtinek bûye li ser petrolê û got: “Derbarê vê mijarê de ti pirs ji me nehatiye kirin.

Serokwezîrê Iraqê Heyder Ebadî beriya niha ragihandibû derbarê vê mijarê de hevdîtin têne encamdan.

Nêçîrvan Barzanî wiha axivî: “Heta niha derbarê veguhestina petrola Kurkûkê de biryareke hatibe dayîn nîne. Iraq dê bişîne yan neşîne hêj diyar nebûye. Di vê mijarê de em jî xwedî biryarin.”

Herwiha li ser pirsa peyamnerê me ya “agahiyên xweş hene?” jî Barzanî got: “Rast e, em di heyameke dijwar re derbas dibin lê em dê bi hev re vê heyamê derbas bikin. Divê em weke milet û aliyên siyasî li ser hinek prensiban rêkbikevin. Rast e ev serdem dijwar e, lê di heman demê de derfet e ku em pêdeçûnê li xwe jî bikin. Ev milet, ev welat dê her hebe. Dereng an zû em dê her bigihêjin mafên xwe.

Derbarî wan nûçeyên ku tê gotin diyaloga nehênî di navbera Herêma Kurdistanê û Bexdayê de heye Barzanî ragihand gotûbêjên veşartî nebûne û tenê gotûbêjên şandên leşkerî hebûye û armanca wan jî rêgirîkiri bûye ji derketina şer.

Di beşeke din axaftina xwe de Barzanî got: “Ji îro ve şanda civata wezîran serdanên xwe bo cem aliyên siyasî destpê dike. Em dê hewl bidin roja birêveçûna hilbijartinan destnîşan bikin.”

Serokwezîrê Herêma Kurdistanê derbarê rawestandina geştên asmanî de jî got: “Binpêkirina destûra bingehîn e, ne yasayî ye. Ev yek li dijî mafên mirovahî ye. Heger dixwazin em li firokexaneyan çi dikin, fermo bila bêne, em amadene. Lê girtina firokeyan binpêkirina mafên mirovahî ye.”

Barzanî amaje bi wê yekê kir ku  Tirkiye û Îtalyayê di piştî erdhejê yekem alîkarî şandin Herêma Kurdistanê ji ber vê yekê sipasiya herdû welatan kir û got: “Tirkiye di yekem saeta erdhejê de bi me re pêwendî danî û alîkarî şand. Ji Ofîsa Serokomariyê li me geriyan. Min gotibû, Tirkiye di wexta herî xirab de alîkariya xelkê Kurdistanê dike. Dema derfet çê bibe em dixwazin serdana Tirkiyê bikin.”

Kurdistan

komênte (0)

heta niha komênt nehatiye nivîsandin

Weke mêwan bersif bide

دەتەوێت ئاگانامەکان وەربگریت؟
بمێنەوە لەگەڵ نوێترین هەواڵ و ڕووداوەکانمان.