Lîsteya Biratî: civînên civata parêzgehê nayên lidar xistin

Biryar hatiye dayîn ku civînên encûmena parêzgehê li Kerkûk neyên kirin.
کوردستان TV
100%

 Biryar hatiye dayîn ku civînên encûmena parêzgehê li Kerkûk neyên kirin.

Serokê lîsteya biratî li encûmena parêzgeha Kerkûkê di civîneke çapemeniyê de ragehand, me biryar daye ku civîna encûmena parêzgeha Kerkûkê, li Kerkûkê neyê kirin.

Serokê lîsteya biratî ya encûmena parêzgeha Kerkûkê Mihemed Kemal di civîneke çapemeniyê de li bajarê Hewlêrê ragehand, Me biryar daye ku civînên encûmena parêzgeha Kerkûkê pêkneyê. Ji ber naha Kerkûk di rewşeke ne asayî de ye û ne destûrî de ye û ne yasayî de ye û hukmeke leşkerî li bajar heye.

Berî naha li parlamentoya Iraqê 150 îmza ji aliyê kutleyên Iraqê ve bo çareseriya pirsgirêkên encûmena parêzgeha Kerkûk hatiye komkirin, serokê lîsteya biratî dibêje: ‘’Îmza û daxwazên wan endamên encûmena nûnerên Iraqê ji aliyê cîgirê serokê parlamentoya Iraqê Aram Şêx Mihemed ve hatine red kirin û ne ketiye bernameya karên civînê.

Herwaha got, eger aliyên din nav encûmena parêzgeha Kerkûkê bixwazin civînê pêkbînin jî nikarin nîsbeya yasayî bo civînê temam bikin û civîn jî dê ne destûrî be, ji be serokê encûmenê jî li dervey Kerkûkê ye.

Kurdistan

komênte (0)

heta niha komênt nehatiye nivîsandin

Weke mêwan bersif bide

دەتەوێت ئاگانامەکان وەربگریت؟
بمێنەوە لەگەڵ نوێترین هەواڵ و ڕووداوەکانمان.