Dadgeha Federal ya Îraqê daxwaza hilweşandina encamên referandumê dike

dadgeha îraqê biryareke sosret der kir
کوردستان TV
100%

Dadgeha Federal ya Îraqê ragihand ku referanduma serxwebûnê ya Herêma Kurdistanê, ku di 25’ê Îlonê de hatibû kirin, ne qanûnî ye û divê encamên wê werin betal kirin.

Berdevkê Dadgeha Federal ya Îraqê Îyas es Samuk bi daxuyanîyeke nivîskî diyar kir ku dadgehê biryar daye ku referanduma ku di 25’ê Îlonê de li Herêma Kurdistanê û li hemî herêmên din hatiye kirin, dijî qanûna bingehîn e.

Samuk bi berdewamî da zanîn ku biryara dadgehê, herwiha pûçkirina encamên referanduma serxwebûnê ye.

"Dadgeha Federal biryar da ku referanduma Herêma Kurdistanê dijî qanûna bingehîn e û ew biryara dawîn e. Li gor vê biryarê, divê hemî encamên referendumê werin pûç kirin."

Îraq

komênte (0)

heta niha komênt nehatiye nivîsandin

Weke mêwan bersif bide

دەتەوێت ئاگانامەکان وەربگریت؟
بمێنەوە لەگەڵ نوێترین هەواڵ و ڕووداوەکانمان.