Lavrov: Dê Pûtîn, Erdogan û Rûhanî biryara dawî ya kongreya Sûriyeyê bidin

Serokên wan sê welatan vê biryar li ser Sûriyayê bidin
کوردستان TV
100%

Wezîrê Derve yê Rûsyayê Sergey Lavrov di axaftina xwe de ragihand ku li Soçiyê wê Pûtîn, Erdogan û Rûhanî biryara dawî ya Kongreya Diyalog a Sûriyeyê bidin.

Wezîrê Derve yê Rûsyayê Sergey Lavrov li Azerbeycanê piştî hevdîtina hemkarê xwe Elmar Memmedyarov di axaftina xwe ya çapemenî de got: "Roja çarşemê li Soçiyê biryara dawî ya Kongreya Diyaloga Sûriyeyê ji aliyê Serokê Dewleta Rûsyayê Vladimîr Pûtîn, Serokkomarê Îranê Hesen Rûhanî û Serokkomarê Tirkiyeyê Recep Tayyip Erdogan ve dê were girtin."

Sergey Lavrov di berdewamiya axaftina xwe de got: "Duhî li Antalyayê min bi Wezîrê Derve yê Tirkiyeyê Mevlut Çavuşoglu û Wezîrê Derve yê Îranê Muhammed Cewad Zarîf re ku di heman demê de garantorên pêvajoya Astanayê ne mijara Kongreya Diyalog a Sûriyeyê nirxand. Me pêşniyarên xwe amade kirine.

 Roja çarşemê em ê van pêşniyaran pêşkêşî serokê hersê welatan bikin. Hersê serok wê biryara xwe ya dawî bidin."

Lavrov di dirêjiya axaftina xwe de got: Divê hemû beşên Sûriyeyê ji bo civînê werin vexwendin. Em li gorî biryarên Astanayê ku ji aliyê Konseya Ewlehî ya Neteweyên Yekbûyî (KENY) ve jî hatiye qebûlkirin tevdigerin.

Li gorî biryarê divê hemû heyetên muxalif û nûnerên hikûmetê tevlî vê diyalogê bibin."

Sûrye

komênte (0)

heta niha komênt nehatiye nivîsandin

Weke mêwan bersif bide

دەتەوێت ئاگانامەکان وەربگریت؟
بمێنەوە لەگەڵ نوێترین هەواڵ و ڕووداوەکانمان.