Hevbendiya Niştimanî bernameya xwe eşkere kir

bername ji 15 xalan pêk hatiye
کوردستان TV
100%

Lîsteya Hevbendiya Niştimanî ya Sûriyê bernameya xwe ya hilbijartinên rêveberiyên herêmî yên Fedraliya Bakurê Sûriyê eşkere kir.

Bi nêzîbûna dema hilbijartinên meclîsên rêveberên herêmî (navçe, bajarok û kantonê ) ku dê di 1‘ê kanûnê were lidarxistin, hemleyên namzetê ku dê heyanî 29‘ê vê mehê berdewam bike, dest pê kir. Lîsteya Hevbendiya Niştimanî daxuyaniyeke da raya giştî, di daxuyaniyê de, armancên xwe yên sereke û bernameya xwe diyar kir, her wiha bang li welatiyan kir ku dengê xwe bidin lîsteya wan.

Daxuyanî li avahiya hevbendî ya taxa Siyahî ya bajarê Qamişlo ya herêma Cizîrê ji aliyê endamê hevbendiyê Îmad Micwel ve hate xwendin.

“Ji bîr û baweriya me wekî Hevbendiya Niştimanî ya Kurd li Sûriyê bi girîngiya demokratkirina civakê û pêkanîna mafê hilbijartinê wekî mafeke xwezayî, em biryara beşdarbûna hilbijartinên demên pêş yên bajarok, navçe û kantonên Rojava û Bakurê Sûriyê da. Li ser vê yekê em ê bi lîsteya bi navê “Hevbendî”beşdarî hilbijartinan bibin da ku hêviyên welatiyan di azadî û jiyaneke hevbeş bi edaketî û wekhevî pêk bînin.

Lîsteya Hevbendî wê bi hemû enerciya xwe bi xebite, armanca me ev in:

1- Pêkanîna wekheviyê di erk û mafan de di navbera hemû pêkhateyên Rojava û Bakurê Sûriyê.

2 – Bi hêzkirina biratî, jiyana hevbeş di navbera hemû rengên niştimanî yên Rojava û Bakurê Sûriyê, ji Kurd, Ereb, Suryan, Asur, Ermen û Tirkumen, Mislim, Xiristiyan û Êzidî de.

3- Piştgiriya bi hêzên leheng YPG, YPJ û QSD.

4- Kar û xebat ji peydakirina derfetên kar û bi dawîkirina betalê.

5-Peydakirina nav û başkirina kalîteya wê, her wiha belavkirina wê bi wekhevî.

6- Pêşxistina xebatên perwerdeyê û derbaskirina astengiya û amadkirina kadroyên perwerdeyê.

7- Sererastkirina riyan, bi taybet riyên di navbera gund, bajarok û bajaran.

8- Parastina ekolojiya û xebat ji bo peydakirina rêbazên tamîrkirina parkan û zêdekirina hejmarên wan.

9- Xebat ji bo çareserkirina pirgirêkên av û elketrîkê.

10-Pêşxistina beşê ciwanan.

11- Pêkanîna wekheviyê di navbera jin û zilam de.

12- Parastina şûnwaran û belgekirina wan.

13- Pêşxistina çandiniyê û peydakirina pêdiviyên wê.

14- Pêşxisitna tenduristiyê.

15-Têkoşîna li dijî fesadiya di beşê reveberî û aborî.

Li ser vê yekî dengê xwe bidin lîsteya xwe, lîsteya hevbendî..lîsteya biratî, wekhevî û rûmetî”

Kurdistan

komênte (0)

heta niha komênt nehatiye nivîsandin

Weke mêwan bersif bide

دەتەوێت ئاگانامەکان وەربگریت؟
بمێنەوە لەگەڵ نوێترین هەواڵ و ڕووداوەکانمان.