Iraq dê bûdçeya Kurdistanê ya ji bo sala 2018an biguherîne

hikûmeta Îraqê vê guhertinê di para bûdceya Kurdistanê de bike
کوردستان TV
100%

Ofîsa Serokwezîrtiya Iraqê daxuyand ku Hikûmeta Iraqê di pişka bûdçeya sala 2018an a ji bo Herêma Kurdistanê de dê guhertinan pêk bîne.

Berdevkê Ofîsa Çapemenî ya Heyder Ebadî Sed Hedîsî di axaftineke xwe ya li gel rojnamevanan de got, "Em gihîştine dawiya pêdeçûna bûdçeya sala 2018an û piştî bidawîbûna guftûgoyên li Encûmena Wezîran yên di derbarê projeyasaya bûdçeyê de, em dê di rojên pêş de ji bo encûmena nûneran bişînin."

Hedîsî di berdewamiya axaftina xwe de got, "Ji bo bicihanîna edaletê, pişka Herêma Kurdistanê dê li gorî hejmara hemwelatiyan, ku bi miqayesekirina hejmara welatiyên Iraqê were guhertin."

Hêjayî gotinê ye ku herî dawiyê Encûmena Wezîran a Iraqê biryar dabû pişka bûdçeya Herêma Kurdistanê ya ji bo sala 2018an ji sedî 17an daxîne ji sedî 12.67an. Lê Hikûmeta Herêma Kurdistanê ji bo vê rêjeyê bertek nîşan dabû û ji Iraqê xwestibû ku ew rêje were zêdekirin.

Kurdistan

komênte (0)

heta niha komênt nehatiye nivîsandin

Weke mêwan bersif bide

دەتەوێت ئاگانامەکان وەربگریت؟
بمێنەوە لەگەڵ نوێترین هەواڵ و ڕووداوەکانمان.