Biryre çend welatên erebî li ser rola Îranê li deverê de civîneke bilez lidar bixin.
Hate zanîn ku li ser daxwaza Erebistana Siûdî, wezîrên derve yên Welatên Erebî civîneke bilez ji bo gotûbêjkirina rola Îranê li Rojhilata Navîn pêk tînin.
Ajansa “Was” a Siûdiye ragihandiye, awayê rûbirûbûna destêwerdana Îranê di karûbarên Welatên Erebî de û têkdana wê ji ewlahî û asayişa navçeyê di civînê de tên gotbêjkirin.
Li gor zanyariyên wê ajansê, Behreyên, Kuwait û Îmaret piştevaniya daxwaza Siûdiyê dikin daku ew civîn bi vî awayî bi rê ve biçe.
Civîn li baregeha Komkara Erebî li Qahîrê paytexta Misrê bi rê ve diçe û li gor çend raport diyar dikin ku Wezîrê Derve yê Libnanê beşdarî civînê nabin.
komênte (0)
heta niha komênt nehatiye nivîsandin