Serokwezîrê Îsraîlê Benjamîn Natanyahu dibêje wî ji Amerîka re zelal kiriye ku divê ewlekariya Îsraîlê xema sereke be dema Koşka Sipî hewil dide proseya aştiyê li gel Filestînê destpê bike.
Axaftinên wî yên îro Yekşemê tên piştî belavbûna hin nûçeyan ku pilaneka aştiyê di rojevê de ye.
Di kombûneka heftane ya hikûmetê de, Natanyahu got: dawiya vê heftê me gelek boçûn bihîstin” li dor hewlên Donald Trump.
Wî got:Helwesta min di vê derbarê de dê li gor ewlekariya Îsraîlê û berjewendiyên niştimanî be.”
Trump derbasî Koşka Sipî bû bi hêviya ku karibe lihevhatineka dawî di navbera Îsraîl û Filestînê de pêk bîne.
Tê zanîn, gera dawî ya axaftinên aştiyê di sala 2014an de hilweşiya.
komênte (0)
heta niha komênt nehatiye nivîsandin