Amerîka bi 10.5 mîlyar dolarî Patriot firote Polonyayê

Amerîka sîstema berevaniya mûşekî difiroşe welateke din ya Ewrûpî
کوردستان TV
100%

Wezareta karê derve yê Amerîkayê îzna firotina Patriotan da. Patriot xwediyê 3 konfigurasyona ye û bi sîstema parastina hewayî ya hevgirtî ve hatiye nûjenkirin û bi navenda cengî ya hewayî ve hatiye girêdan.

Temamê vê sîstemê bi 10 mîlyar û 500 hezar dolarî hat firotin û îzna firotinê ji wezaretê derket.

Ajansa Amerîka ya parastin û hevkariyê ragihand ku ji bo tescîlên pêdivî agahî hat dayîn bo kongreyê.

Di qeydiyan de weka paketa sîstema parastinê, 4 AN/MQP-65  set a radarê, 4 heb sîstema kontrola mifteyan, 16 M903 îstasyona avêtinê û 208 şiyanên pêş yên Patriot-3 (PAC-3) derbas dibin.

Cîhan

komênte (0)

heta niha komênt nehatiye nivîsandin

Weke mêwan bersif bide

دەتەوێت ئاگانامەکان وەربگریت؟
بمێنەوە لەگەڵ نوێترین هەواڵ و ڕووداوەکانمان.