DIŞIê gefa kuştinê li Papayê kiriye

DIŞIê vê carê jî gef li Papa kir
کوردستان TV
100%

Hat ragihandin ku rêxistina terorîst a DIŞIê, serokê alema rûhanî ya katolîkên cihanê Papa Franciscus bi kuştinê tehdîd kir.

Di malperên înternetê yên nêzîkî rêxistina terorîst a DIŞIê de wêneyekî Papa Franciscus ku bi fotomontaj hatibû çêkirin û ji cilên tirincî yên qurbaniyên DIŞIê lêkiribûn û paşî serê wî jêdikirin hat belavkirin.

 Rêxistinê sond xwar ku wê Papa di merasîmên Noel û pîrozbahiyên sersalê de bikujin.

Malpera Telegram nûçe ji malpera înternetê ya bi navê ‘Site' wergirt. Piştî nûçeyên tehdîdê yên li dijî Papa Franciscus, li Vatîkanê bergiriyên ewlehiyê hatin zêdekirin û saziya rêxistina îstîxbaratê ya Îtalyayê ragihand ku wê di rojên weaz ên meydana Sen Piyerê de bergiriyan zêde bigrin.

Cîhan

komênte (0)

heta niha komênt nehatiye nivîsandin

Weke mêwan bersif bide

دەتەوێت ئاگانامەکان وەربگریت؟
بمێنەوە لەگەڵ نوێترین هەواڵ و ڕووداوەکانمان.