Mesrûr Barzanî: Cîhbicîh kirina destûrê bi rêbazên nadestûrî nabe

Mesrûr Barzanî rexne li Îraqê dike
کوردستان TV
100%

Şêwirmendê civata ewlekariya Kurdistanê li gel nûnerê Serokê Amerîkayê civiya.

Îro Şêwirmendê civata ewlekariya Kurdistanê Mesrûr Barzanî pêşwaziya nunerê Serokê Amerîkayê yê bo hevpeymaniya cîhanî ya dijî DIŞIê Breet McGurk kir.

Di civînê de derbarê pêşhatên dawî yên leşkerî û aloziyên navbera Hewlêr û Bexdayê de Breet McGurk diyar kir ku Amerîka li dijî bikar anîna hêz û kiriyarên leşkeriye bo çareser kirina her cure kêşeyek û tevahiya hewldanên xwe bo aram kirina rewşê bitevger dike û herwiha hewl dide daku Hewlêr û Bexda dest bi giftûgo û diyalogê bikin daku bi awayekî aştiyane û li ser esasê destûrê kêşeyên heyî çareser bikin.

Breet McGurk herwiha piştgîriya hikûmeta Amerîkayê jî bo hikûmeta Kurdistanê weke pêkhateyeke destûrî diyar kir û got: Em dixwazin ku Kurdistan bi yekgirtî û bihêz, di çarçoveya destûrê de di tevahiya waran de pêş bikeve.

McGurk di beşeke din ji axaftinên xwe de tekez li ser hemahengî û bihêztir kirina têkiliyên navbera Amerîka û Kurdistanê kir.

Her di heman civînê de Şêwirmendê civata ewlekariya Kurdistanê Mesrûr Barzanî jî hevdem li gel vê yekê ku tekez li ser domandina têkiliyên navbera Amerîka û Kurdistanê kir, îşaret bi vê yekê jî da ku Kurdistan hertim bawerî bi rê û rêbazên aştiyane û giftûgoyê bo çareser kirina kêşeyan hebûye û bo çareser kirina kêşeyên heyî yên niha jî Kurdistan dixwaze bilez danûstandinên heyî bo warê îdarî û siyasî werih veguhastin.

Mesrûr Barzanî behsa aloziyên vê dawî yên leşkerî kir û got: Cîbicîh kirina destûrê bi amûrên nedestûrî nabe belku bi giftûgo, danûstandinên raste rast û jihev fêmkirinê çareseriya baş ji bo kêşeyan tê dîtin.

 

Kurdistan

komênte (0)

heta niha komênt nehatiye nivîsandin

Weke mêwan bersif bide

دەتەوێت ئاگانامەکان وەربگریت؟
بمێنەوە لەگەڵ نوێترین هەواڵ و ڕووداوەکانمان.