5 partiyên Bakûr seferberiya giştî ragihandin

5 partiyên Kurdî li Bakûr dest bi seferberiya giştî kirin
کوردستان TV
100%

Em jibo alîkariya birakên xwe yên mexdûr bibin seferber.

Tevgera Azadî, PAK, PDK-Bakûr û PSK bi weşana belavokek hevpar ji bo afetzedeyên erdheja Kurdistan banga hestiyariyê kirin.

Ji bo  alîkarîya  mexdûrên erdhejê em seferber bibin. Li Rojhilat û Başûrê Kurdistanê di  şeva 12'yê Mijdara 2017'an  erdhejeke bihêz rûda.

Erdhej li Rojhilatê Kurdistanê herî zêde li bajarê Kîrmanşahê, li Başûrê Kurdistanê jî li Bajarên Helebçe û Derbendîxanê ziyana canî û madî gihand gelê me.

Li Rojhilatê Kurdistanê  530  kesan , li Başûrê Kurdistanê jî 10 kesan jiyana xwe ji dest dane.Li Rojhilatê Kurdistanê ji zêdetirî 7500  kesan , li Başûrê  Kurdistanê jî ji zêdetirî 500 kesan  birîndar bûne.

Piştî erdhejê, me weke partî û hereketên Kurdistanî gelek hewl da ku bi awayekî  kampanyaya alîkarîyê wekin û vê alîkarîyê bigihînin gele xwe yê Rojhilat û Başûrê Kurdistanê. Herweha em dizanin gelek dezgehên sivîl jî hewl dane ku alîkarîyê bişînin. Lê mixabin Dewleta Tirkîyeyê weke resmî û fiîlî gelek astengîyan derdixe û ji ber wê jî kampanyayên alîkarîyê nikarin birêve biçin.

Ji bo alîkarî gîhandina Kîrmanşanê jî, Dewleta Îranê rê nadê ku, bêyî Dewleta  Îranê alîkarî ji derve bigihêje cîhên erdhejê. Partîyên Rojhilatê Kurdistanê jî bale dikşînin ser vê helwesta  dijminane ya dewleta Îranê

Em bangî Dewleta Tirkîyeyê û Îranê dikin ku, rê li ber alîkarîyên mirovî vekin. Em bangî Netewên Yekbûyî, Yekitîya Ewrûpa û hemû dezgehên navnetewî dikin ku zûtirîn wext alîkarîya pêwîst bihigînin gele me yê li navçeyên erdhejê û bi taybetî zextên xwe li ser Îranê bijdînin.

Em bangî gele xwe yê li her çar perçeyên Kurdistanê, li Ewrûpa û li welatên din din yê cîhanê dikin ku, bi rêya dezgehên resmî û sivîl yên Başûrê Kurdistanê, bi rêya dezgehên sivîl  yên Kurd û Ewrûpîyan alîkarîyan bigihînin cîhên erdhejê.

Herweha her partî û dezgehên sivîl dikarin bi rêyên fiîlî, alîkarîyên  madî û yên pêwîst  berhev bikin û bigihînin mexdûrên erdhejê.

Ji bo alikarî û lêxwedîderketina gelê me yê mexdûrê erdhejê ,çi ji deste kê tê divê em seferber bibin.

  Hereketa Azadî,PAK, PDK-Bakur, PSK

Kurdistan

komênte (0)

heta niha komênt nehatiye nivîsandin

Weke mêwan bersif bide

دەتەوێت ئاگانامەکان وەربگریت؟
بمێنەوە لەگەڵ نوێترین هەواڵ و ڕووداوەکانمان.