Nêçîrvan Barzanî daxwaza danûstandinên cidî di navbera Hewlêr û Bexdayê de dike

Serokwezîr û nunerê Serokê Amerîkayê behsa rewşa dawî kir
کوردستان TV
100%

Serokwezîr û Breet McGurk civiyan û behsa rewşa dawî kirin.

Di çarçoveya civînekê li gel nûnerê Serokê Amerîkayê bo karûbarên hevpeymaniya cîhanî dijî DIŞIê Brett McGurk Serokwezîr Herêma Kurdistanê Nêçîrvan Barzanî ragehand ku, dive civaka navnetewî hewla xweşkirinazemînekê bo destpêkirina danûstandinên ciddî di navbera Hewlêr û Bexayê de bike.

Malpera fermî ya hikumeta herêma Kurdistanê belav kir ku,  nûnerê Serokê Amerîkayê Donald Trump Brett McGurk tekezî li ser dostayetî û pêwendiyên di navbera Hewlêr û Washingtonê de kir û daxwaza geşepêdaneke zêdetir ji pêwendiyên her du aliyan re kir.

Di civînê îro êvarî ya Pênşemê de 16.11.2017 Serokwezîr Herêma Kurdistanê Nêçîrvan Barzanî û McGurk xweşhaliya xwe derbarê rawestandina aloziyên di navbera hêzên Iraqê û pêşmerge de anîn ziman.

Ji aliyê xwe ve Serokwezîr Herêma Kurdistanê Nêçîrvan Barzanî tekez kir ku, divê civaka navnetewî hewla xweşkirinazemînekê bo destpêkirina danûstandinên ciddî di navbera Hewlêr û Bexayê de bike.

Kurdistan

komênte (0)

heta niha komênt nehatiye nivîsandin

Weke mêwan bersif bide

دەتەوێت ئاگانامەکان وەربگریت؟
بمێنەوە لەگەڵ نوێترین هەواڵ و ڕووداوەکانمان.