Li parêzgeha Helebceyê nêzî 600 welatî birîndar bûne

derbarê zirarên erdhejê li Helebceyê agehî hatin dayîn
کوردستان TV
100%

Cîgirê parêzgarê Helebce aşkere kir ku, li sînorê parêzgeha Helebce ji encama erdheja borî zêdeyî 500 kes birîndar bûne.

Cîgirê parêzgarê Helebce Kawa Elî di daxuyaniyekê de amarên ziyanên erdheja berî çend rojan li sînorê Helebce xistî ragehand û got ku, li gor amarên destpêkê li sînorê parêzgeha Helebce heta niha 560 kes hatine tomarkirin ku, di erdhejê de birîndar bûne, lê ew birîndar niha rewşa wan başe.

Herwiha Cîgirê parêzgarê Helebce Kawa Elî da zanîn ku, her di li sînorê parêzgeha Helebce zêdeyî 645 xanî rastî ziyanan bûne û 23 dibistan jî li sînorê Helebce ziyan giheştiya wan, ji wan 3 dibistan xwendin tê de nabe.

Li gor daxuyaniya Cîgirê parêzgar 3 nexweşxane ziyaneke mezin giheştiya wan û proseya avê jî zirareke mezin giheştiyê.

Kurdistan

komênte (0)

heta niha komênt nehatiye nivîsandin

Weke mêwan bersif bide

دەتەوێت ئاگانامەکان وەربگریت؟
بمێنەوە لەگەڵ نوێترین هەواڵ و ڕووداوەکانمان.