Şehram Nazirî û grûba Kamkar bo alîkariya qûrbaniyên Kirmaşanê konsertek lidardixin

hunermendên navdar yên Rojhilatê dest bi kempînek bo kom kirina hevkariyan kir
کوردستان TV
100%

Hunermendê navdarê Kirmaşanê û grûba Kamkar bi armanca komkirina alîkariyan bo qûrbaniyên erdheja Kirmaşanê konsertek li dardixin.

Hunermendê kurdê navdar Şehram Nazirî hevxwemiya xwe bo qûrbaniyên erdheja Kirmaşanê ragehand û got: Raste em nikarin hemû pirsgirêkên wan çareserbikin, lê em dikarin beşek ji wan çareser bikin û hêvîdarim ku, berpirs û hunermend jî alîkar bin û tişta ji destê wan tê bikin.

Biryare roja Duşemê demijmêr 20:30 konserta hunermend Şehram Nazirê û grûba Kamkar li Tehranê bi rêve biçe û dahata wê jî bo qûrbaniyên edheja Kirmaşanê ne.

Çand û Huner

komênte (0)

heta niha komênt nehatiye nivîsandin

Weke mêwan bersif bide

دەتەوێت ئاگانامەکان وەربگریت؟
بمێنەوە لەگەڵ نوێترین هەواڵ و ڕووداوەکانمان.