Berpirsekî pilebilind ê Wezareta Derve ya Amerîka ragihand ku DIŞI bi yekcarî ber bidawîbûnê diçe û li şikestina yekcarî nêz dibe.
Şêwirmendê Wezîrê Derve yê Amerîka Brian Hook ragihand, Wezîrê Derve yê Amerîka Rex Tillerson gelekî bi çalakî ji bo jinabirina yekcarî yê DIŞIê, karînên xwe yên dîplomasî digire ber.
Brian Hook ku rêvebirê pilana siyasî di wezareta derve de ye jî got, berî bidawîbûna îsal, xîlatefa DIŞIê bidawî dibe.
Di wê çarçovê de, Hevpeymaniya Navdewletî ya li dijî DIŞIê bi serokatiya Amerîka ragihandibû, DIŞIê niha ji sedî 95 ji rûbera ku di destê wê de bû, jidest daye.
komênte (0)
heta niha komênt nehatiye nivîsandin