Alîkarê Şêwirmendê Hêzên Hewayî yê DYAyê got ku, heke Tirkiye sîstema berevaniya hewayî ya bi navê S-400ê bistîne dê gîhandina wê ya teknolojiya NATOyê bê sînordarkirin.
Heidi Grant, Alîkarê Şêwirmendê Hêzên Hewayî yê DYAyê got ku, heke Tirkiye sîstema berevaniya hewayî ya bi navê S-400ê bistîne dê gîhandina wê ya teknolojiya NATOyê bê sînordarkirin.
Grantî got, her wiha ew ê destûrê nedin entegrasyona sîstema berevaniya S-400an bi teknolojiya NATOyê re bê çêkirin.
Li gorî nûçeya malpera Defence Newsê standina S-400an wê kirîna F-35an ku Tirkiye dixwaze bixe nava sîstema xwe ya berevaniyê.
Tirkiyeyê aşkere kiribû ku ji bo kirîna S-400an di her mijarê de wan û Rûsyayê li hev kirine.
Grantî diyar kir ku li hemberî kirîna S-400an a Tirkiyeyê, DYAyê hîna rêya ku wê bişopîne diyar nekiriye û wiha got: “Em ê pêşiyê lê binêrin ku peyman dikeve meriyetê yan na û wê di dahatûyê de em û wan bi hev re karekî çawa bikin? Lê ji niha de ez dikarim bibêjim ku em ê ji bo sîstemên S-400an hevkariyê nekin.
komênte (0)
heta niha komênt nehatiye nivîsandin