Mesrûr Barzanî: Em ji rewşa Mesîhiyên deşta Neynewayê dilgiranin

Mesrûr Barzanî dibêje em li hember rewşa mesîhiyên deşta Neynewayê bifikarin
کوردستان TV
100%

 

Mesrûr Barzanî û Serokê kilîseya katolîkî ya Keldanî li Hewlêrê civiyan.

Şêwirmendê civata ewlekariya Kurdistanê Mesrûr Barzanî pêşwaziya Serokê kilîseya Katolîkî ya Keldanî ya Hewlêrê Beşar Mete Werde kir.

Di civînê de Serokê kilîseya Katolîkî ya Hewlêrê Beşar Mete Werde behsa pêşhatên dawî yên li deverê bi taybetî rewşa Mesîhiyên deşta Neynewayê kir û anî ziman ku rewşa niha ya deşta Neynewayê bûye sedema vê yekê ku koçberê mesîhî nikaribin vegerin ser warên xwe.

Beşar Mete Werde got: Gemaroyên asmanî yên li ser Kurdistanê bûne sedema vê yekê daku hevkariyên navnetewî yên ku bo hevkarî kirin û awedan kirina deverên deşta Neynewayê dihatin şandin werin rawestandin.

Werde di berdewamiya axaftinên xwe de got: Hêrêma herî baş û parastî bo mesîhiyên deverê tenê Kurdistane û hêvî xwest ku civaka cîhanî bi awayekî çalaktir piştgîriya Kurdistan û mesîhiyan bike.

Di berdewamiya civînê de Şêwirmendê civata ewlekariya Kurdistanê Mesrûr Barzanî jî ew yek dûbare kir ku, Kurdistan weke hertim bi mînaka herî baş ya bihevre jiyanê dimîne û got: Kurdistan jî li hember rewşa welatiyên mesîhî yên li deşta Neynewayê dilgirane û li hember ew binpê kirin û pêşilkariyên ku li deverê de tên kirin gelek bifikare.

Mesrûr Barzanî got: Kurdistan ti carî li hember wan binpê kirinên han bêden nabe û piştgîriya temam dide xwestek û daxwazên birayên mesîhî li deşta Neynewayê û bo bidest xistina mafên tevahiya pêkhateyên ew deverên han, tevahiya rê û rêbazên destûrî û yasayî bikar tine.

Mesrûr Barzanî herwiha hêvî xwest ku birayên mesîhî berxwe bidin û welatê xwe nehêlin û pêşî ji ew plana han bigirin ku armanca vê ji nav birina nasnameya deverên wane.

Kurdistan

komênte (0)

heta niha komênt nehatiye nivîsandin

Weke mêwan bersif bide

دەتەوێت ئاگانامەکان وەربگریت؟
بمێنەوە لەگەڵ نوێترین هەواڵ و ڕووداوەکانمان.