Li Dersîmê 30 herêm wek herêmên ewlehiyê hatin qedexe kirin

li Dersîmê vê operasiyonên leşkerî destpê bikin
کوردستان TV
100%

Hat ragehandin li Dersîmê di çarçoveya operasyona li dijî PKKê de 30 cihên cuda cuda yên herêmên Dersîmê heta 1 Kanûnê weke herêmên taybet yên ewlekariyê hatin ragehandin.

Di daxuyaniya parêzgariya Dersîmê de hat xuya kirin, wan ji ber bêbandor kirina PKKê li Dersîmê dest bi vê xebatê kirine û diyar kir ev xebat wê bi biryareke mezin dewam bike.

Di daxuyaniyê de hat diyar kirin, ji ber vê sedemê jî li hindek cihên herêmê de, herêmên taybet yên ewlekariyê hatine ava kirin. Di berdewamiya daxuyaniyê de waha hat gotin: ‘’Bi sedema operasyonên ku di çarçoveya tekoşîna li dijî PKKê de ji bo parastina ewlekariya can û malê gel pêwîste Dersîm navend, Ovacik, Pulumur, Hozat û navçeyên Nazimiye 30 herêm ji 17 Mijdarê heta 1ê Kanûnê wek herêmên ewlehiyê hatine ragehandin.’’

Kurdistan

komênte (0)

heta niha komênt nehatiye nivîsandin

Weke mêwan bersif bide

دەتەوێت ئاگانامەکان وەربگریت؟
بمێنەوە لەگەڵ نوێترین هەواڵ و ڕووداوەکانمان.