32 dewletên ku dê beşdarî Kûpaya Cîhanê ya 2018an bibin ku cara ewilê Rûsya mazuvaniya wê dike di encama pêşbirkên play-offê de ku herî dawî hatin li darxistin diyar bûn. Di tûrnûvaya li Rûsyayê de dê tiştekî ku cara ewil dibe dê pêk were.
Di Kûpaya Cîhanê de dewleta dawîn ku dê beşdar bibe, bû Perûya ku di rovanşa pêşbirka ku 0-0 mabû de Zelandaya Nû 2-0 têk bîr. Bi vî awayî Perû, ji sala 1982an ve cara ewilê ye ku beşdarî Kûpaya Cîhanê dibe.
JI EWROPA 14, JI AMERÎKAYÊ 8 DEWLET
Koreya Başûr: Em dixwazin organîzeya Kûpaya Cîhanê ya 2030an bi Koreya Bakur re pêk bînin.
Li gel 8 tîmên ji parzemîna Amerîkayê, ji Efrîqa 5, ji Asya jî 5 tîm dê li Rûsya têbikoş in. Beşdariya herî zêde jî bi 14 tîman dê ji parzemîna Ewropayê be.
CARA EWILÊ DÊ 3 DEWLETÊN ÎSKANDÎNAVÎ DI PÊŞBIRKÊ DE CÎ BIGRIN
Di Kûpaya Cîhanê ya li Rûsyayê de, hezkiriyên werzîşê dê cara ewilê şahidiya tiştekî bikin. Di dîroka kûpayê de cara ewilê de 3 dewletên Îskandînavya beşdar bibin. Ev dewlet Danîmarka, Îzlanda û Swêd in.
32 DEWLETÊN KU BEŞDARÎ KÛPAYA CÎHANÊ DIBIN
Di Kûpaya Cîhanê ya li Rûsyayê de dewletên beşdar ev in: Rûsya, Almanya, Brezîlya, Fransa, Portekîz, Arjantîn, Belçîka, Polonya, Îspanya, Brîtanya, Kolombiya, Meksîka, Perû, Urûgûay, Hirvatistan, Svîsre, Svêd, Danîmarka, Îzlanda, Sirbistan, Kosta Rîka, Tunis, Misir, Senegal, Îran, Nîjerya, Avûstralya, Japonya, Fas, Panama, Koreya Başûr û Erebistana Siûdî.
PIŞK DÊ LI QESRA QREMLÎNÊ WERE AVÊTIN
Pişkên komên Kûpaya Cîhanê ya FIFA ya 2018an, dê di 1 Berfenbar 20187an de li Qesra Qremlînê ya li Moskowê werin li avêt in. 32 tîm piştî avêtina pişkan dê li 8 koman werin parvekirin. Rêza 32 tîmên ku dê bi 4 kîsikên pişkê ku her kîsik ji 8 tîman pêk tê wisa ye.
Kîsikê 1: Rûsya, Almanya, Brezîlya, Portekîz, Arjantîn, Belçîka, Polonya, Fransa
Kîsikê 2: Îspanya, Perû, Swîsre, Brîtanya, Kolombiya, Meksîka, Urûgûay, Hirvatistan
Kîsikê 3: Danîmarka, Îzlanda, Kosta Rîka, Swêd, Tunis, Misir, Senegal, Îran
Kîsikê 4: Sirbistan, Nîjerya, Avûstralya, Japonya, Fas, Panama, Koreya Başûr, Erebistana Siûdi Erebistan
PÊŞBIRK DÊ LI 11 BAJARÊN RÛSYA WERIN LÎSTÎN
Pêşbirkên Kûpaya Cîhanê ya 2018an dê di navbera 14ê Hezîran û 15ê Temûzê de li 11 bajarên cuda yên Rûsyayê werin listîn. Bajarên ku dê pêşbirk lê werin li darxistin ev in: Moskow, Kalînîngrad, St. Petersbûrg, Volgograd, Kazan, Nîjniy Novgorod, Samara, Saransk, Rostov-na-Donu, Soçî û Yekaterînburg.
Pêşbîrka ewil a Kûpayê Cîhanê dê li Stadyûma Lujnîkî ya li Moskowê were lîstin.
Sputnik
komênte (0)
heta niha komênt nehatiye nivîsandin